Ji rojnamevan Silêman Ehmed 21 roj in agahî nayên girtin

Ji edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 21 roj in tu agahî nayên girtin.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 21 roj in agahî nayên girtin
14 mijdar 2023   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 21 roj in agahî nayên girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin. 

Edîtorê beşa Erebî ya Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 21 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Silêman Ehmed nêzî 5 salin editor beşa Erebiye dixebite.