Li Reqayê ji bo ezmûnan 27 navend tên amadekirin

Desteya Tenduristiyê û Şaredariya Gel li kantona Reqayê di çarçoveya karên xwe yên tenduristî û xizmetguzarî de xizmetên xwe yên amadekirina navendên ezmûnan pêşkêş dikin.

Li Reqayê ji bo ezmûnan 27 navend tên amadekirin
15 hezîran, 2025   07:35
REQA
MIZGÎN ELÎ

Desteya Perwerdê ya kantona Reqayê bi hevkariya desteyên Meclisa Rêveber a kantonê, ji xwendekarên refa 9’an re ku wê ezmûnên xwe li gorî rejîma berê ya Sûriyeyê pêşkêş bikin, navendên ezmûnan li kantonê amade dikin. 

Meclisa Rêveber a kantona Reqayê di 10’ê Hezîranê de bi amadebûna tevahî desteyên eleqedariya xwe bi rêxistinkirina proseya ezmûnan re hene civîneke berfireh li dar xist. Armanc ji civînê ew bû ku ezmûnên giştî di atmosfêreke dîsplînkirî û ewle de li kantonê derbas bibe. Di heman demê de meclisa "şaneya xebatê" ya şopandina tedbîrên xizmetguzarî û rêxistinî yên taybet bi ezmûnan ava kir.

Desteyê li kantona Reqa û gundewarê wê 27 navend diyar kirin û destnîşan kir ku ger pêwîstî hat dîtin, dikare hejmara navendan were zêdekirin. Girêdayî wê desteyê biryar da ku di saetên ezmûnan de ji bo birêkûpêkiya proseyê û zelalbûna wê ya mutleq wê tûrên peywendî û internetê bi temamî werin qutkirin.

Ji 11’ê vê mehê (Hezîran) ve bi hezaran xwendekar ji bo nûkirina tomarkirinê berê xwe didin Desteya Perwerdê û Fêrkirinê. Çaverê ye di 21’ê Hezîranê de proseya ezmûnên bawernameya navîn (9) bê destpêkirin.

Endamê Desteya Tenduristiyê ya kantonê Dr. Ebdullah Xelîl diyar kir ku di civîna ku hevserokên meclisên perwerdê û şaneya xebatê amade bûne de, li ser amadekirna navendên ezmûnan ji xwendekarên navîn û amadehî bi şaxên xwe zanistî-wêjeyî gotûbêj hatin kirin.

Xelîl anî ziman ku Desteya Tenduristiyê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd re xebatên avakirina nuqteyên tibî li tevahî navendên ezmûnan û xurtkirina tîmên destwerdana destpêkê dike, ku di ezmûnan de di dema rewşên awarte de tavilê destwerdanê bikin.

Li aliyekî din jî hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê, endazyar Muhened El Şamî li ser plan û rola şaredariyê di proseya ezmûnan de axivî û got: "Me tîmên daîreya kanalîzasyonan, paqijî û xebatên giştî, ji bo misogerkirina 27 navendên ezmûnan seferber kirine."

El Şamî wiha domand: "Erkên me ew in ku navendan dezenfekte bikin, ava vexwarinê bi awayekî rojane peyda bikin, sîstema ronîkirin û kehrebyê sererast bikin û bişopînin. Li kêlek wê jî çi pêwistiya Desteya Perwerdê di proseya ezmûnan de hebe, em ê dabînbikin."

El Şamî got tîmên wan dest bi xebatê kirine weke paqijî, tamîrkirin û ronîkirin, her wiha wan tîmên destwerdana destpêkê jî ava kirine.

Ev tedbîr, di birêxistinkirina ezmûnan li herêmê de pêngaveke nimûneyî ye. Di şaneya xebatê de xebatkarên desteyên tenduristî, şaredarî û perwerdehiyê hene ku hawîrdorek guncaw ji bo ezmûnan bê peydakirin.

(fr)

ANHA