Li Reqayê gelek kes hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek kes bi tawana derxistina tevliheviya di navbera êlên Midlic û Cemasê de, li kantona Reqayê girtin.

Li Reqayê gelek kes hatin girtin
Li Reqayê gelek kes hatin girtin
Li Reqayê gelek kes hatin girtin
Li Reqayê gelek kes hatin girtin
29 ÇILE, 2024   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye, li ser daxwaza rûspiyan operasyoneke ewlehiyê li rojhilatê kantona Reqayê dane destpêkirin û “gelek kesên destê wan di tevliheviya li wir çêbûye de hebûn”, girtine. 

Navendê ev agahî da: "Li ser daxwazên rûspî û şêniyên Reqayê, hêzên me bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) vê sibê, piştî nakokiya di navbera êla El Midlic û Cemasê de çêbûye, operasyonek li rojhilatê Reqayê li dar xist.

Di operasyonê de kesên destê wan di wê tevliheviyê de heye û yên xwe vedişartin, girtin û çekên bi wan re desteser kirin.

Em destnîşan dikin ku dê rê li pêşiya kesên dixwazin tevliehviyê û xirabiyê li herêma me belav bikin, bigirin û ewlehiya herêmên xwe biparêzin."

(şx)

ANHA