Gelê Kurd û dostên wan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li qadanin

Li Ewropayê gelê Kurd û dostên wan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan seferber bûne û çalakiyên cur bi cur li dar xistin.

Gelê Kurd û dostên wan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li qadanin
29 ÇILE, 2024   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Zanîngeha Sheffield a Îngilistanê komên enternasyonalîst di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de civînek lidar xistin û kartpostal îmze kirin ku bişînin Îmraliyê.

Civîn bi pêşengiya Koma Piştevaniya bi Kurdistanê re hat lidarxistin û SYMAAG (Koma Çalakiyê ya Koç û Îltîcayê ya Yorkshire ya Başûr), Koma Pıştevaniya bi Fîlîstînê re ya Sheffield, Înîsiyatîfa Kurd a Sheffield û ji komên xwendevan jî dostên Kurd beşdarî civînê bûn.

Di civînê de ji Têkîliên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Egît Amara û nûnera Kongra Star a Ewropayê Ruxeş Şêxo têkildarî geşedanên siyasî yên li Kurdistanê agahî dan.

Îdeolojiya Abdullah Ocalan a Netewa Demokratîk û Azadiya Jinê ya ji bo çareseriya pirgirêka li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi beşdaran re hate parvekirin.

Di civînê de hat gotin ku divê li dijî mantiqê netew-dewletê têkoşîna civakî bê pêşxistin. Di civînê de paradîgmaya azadîxwaziya jinê bi gelek aliyan hate nirxandin. Bal hat kişandina ser pêngava ku 10’ê Cotmehê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

Hat diyarkirin ku Anna Campbell ku di nava refên YPG’ê de şehîd bû, dema li Zanîngeha Sheffield’ê fikrên Rêber Abdullah Ocalan nas kir û bi têkoşîna gelê Kurd re eleqeder bû. Hat destnîşankirin ku divê têkoşîna bi gelê Kurd re bê mezinkirin.

Beşdarên civînê piştre kartpostal îmze kirin da ku bişînin Îmraliyê.

STUTTGART

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgart a Almanyayê (NCKD) civîna gel lidar xist. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgart Mesut Daghan diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û got ku ev tecrîd li ser gelê Kurd jî pêk tê.

Daghan ji bo Meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kir.

PARÎS

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwanên Têkoşer (TekoJIN) li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser Kuleya Eyfel a li paytexta Fransa Parîsê çalakiyek lidar xist.

Ciwanan li ser kuleya Eyfelê pankartên “Freedom For Ocalan” (Ji Ocalan re Azadî) û “Pour la liberte de Rêber APO, tous ensemble Serhildan” (Ji bo azadiya Rêber Apo em bi hev re li ber xwe bidin) vekirin.

Ciwanan posterên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK’ê vekirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO’’, ‘‘Bê Serok Jiyan Nabe’’, ‘‘Bijî Berxwedana PKK” berz kirin.