Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

Xelkê Reqayê, digel daxwazên nûnertîkirina adilane ya jinan, dayîna tevahî mafan û beşdarbûna di pêvajoya siyasî û civakî de, Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Reqayê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
8 adar, 2025   16:40
REQA

Bi hezaran ji xelkê bajarê Reqayê li stadyûma Beledî ya bajêr Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ev bone li tevahî jinên cîhanê pîroz kir.

Foza ev bone li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Ez vê rojê li we pîroz dikim û silavên xwe li eniyên şer ên li Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê ji YPJ’ê re dişînim. Em rihê şehîd Kerem a ku di oxira pêkanîna erka xwe ya parastinê de li Bendava Tişrînê şehîd bûye, ji bîr nakin."

Foza wiha domand: "Em îro rûpeleke nû ku dîroka jin, têkoşîn û destkeftiyên wê lê tên nivîsandin

 Dijîn. Me gavên girîng di rêveçûna şoreşa jinê de avêtin."

Her wiha têkildarî bûyerên piştî rizgarkirina Sûriyeyê de Foza wiha pê de çû: "Mixabin, tiştê ku îro Sûriyeyê piştî rizgarkirina ji Baas’ê dijîn dûrxistina rola jinan di civakê de û sazkirina biryar, mehrûmkirina wê ji mafên wê ye."

Foza bang li desthilata Şamê kir ku mafên jinan bidinê, wê tev li pêvajoya siyasî û civakî bikin.

Her wiha hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Fehîme El Casim jî got: "Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê em vê boneyê li tevahî jinên li Sûriyeyê û cîhanê pîroz dikin, jinên têkoşer û dayikên şehîdan silav dikin."

Fermandara Meclisa Leşkerî ya Reqayê Arîn Tirkmen jî got: "Jin ji berbanga dîrokê ve roleke girîng û mezin di avakirina diyaredeya civakî de lîst û ji bo pêkhatina civakê û pêşxistina wê hêza bingehîn bû."

Arîn wiha domand: "Dem hatiye ku ev roj veguhere roja azadî û veguherîna demokratîk."

Piştî axaftinan de koma Palmêra ya Tevgera Hîlala Zêrîn û hunermenda navenda çandê ya Reqayê Munaallah Tamê stranên xwe gotin.

Beşdaran di ber stranan re dîlan gerandin.

(fr)

ANHA