Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Li gundewarên Dêrazorê di operasyoneke QSD û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
8 adar, 2025   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyoneke hevpar a li gel QSD’ê de, serçeteyekî DAIŞ’ê li nêzî bajarokê Şihêl ê Dêrazorê hatiye girtin.

Di daxuyaniya CENTCOM’ê ya der barê mijarê de hate gotin ku serçeteyê DAIŞ’ê yê hatiye girtin, Selah Mihemed El Ebdullah e.

Her wiha hate destnîşankirin ku di operasyonê de hin çek, bombeyên destan û teqmenî jî hatine desteserkirin.

(bb)