Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê buhayê empêran zêde bû

Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê buhayê empêrên ceyranê ji 10 hezar lîreyan li beramberî 8 saetan bû, 25 hezar lîre li beramberî 4 saetan di rojekê de.

Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê buhayê empêran zêde bû
5 sibat, 2026   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê piştî ku ketin bin kontrola hikumeta demkî de, buhayê empêran (genartorên ceyranê) zêde bû.

Li her sê herman buhayê empêran ji sedî 108 zêde bûye û saetên xebitandina wan jî bi rêjeya ji sedî 50 daketiye.

Di dema Rêveberiya Xweser de  buhayê empêrekê bi 10 hezar lîreyên Sûriyeyê bû û rojane 8 saetan dihatin xebitandin.  Lê piştî ku ev herêm ketin bin kontrola  hikumeta demkî  ya Sûriyeyê buhayê empêrek gihaşt 25 hezar lîreyan û rojane 4 saetan tenê tên xibitandin. Ev yek barê şêniyan girantir kir.

(b)