Li Refehê di êrişa hewayî de 2 kes hatin kuştin

Medyaya filistînî ragihand ku erebeyên leşkerî yên Îsraîlê li bakurê rojhilatê Refehê bi pêş de diçin. Xebatkarên tenduristiyê jî got 2 filistînî di êrişeke hewayî ya hêzên Îsraîlê de hatine kuştin.

Li Refehê di êrişa hewayî de 2 kes hatin kuştin
3 adar, 2025   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên filistînî îro ragihand erebeyên leşkerî yên Îsraîlê li bakurê rojhilatê Refehê ya başûrê Xezayê bi pêş de diçin.

Xebatkarên tenduristiyê û medyayên ser bi Hemasê jî ragihand ku li Refehê di êrişeke hêzên Îsraîlê ya bi balafireke bêmirov de 2 filistînî hatin kuştin.

Girêdayê mijarê, Koşka Spî piştî ku Hemasê lihevkirina duyemîn a agirbestê red kir, piştgirî da biryara Îsraîlê ya rawestandina derbasbûna alîkariyan bo Xezayê.

Berdevkê Konseya Ewlehiyê Brian Hughes daxuyaniyek da û got: “Îsraîl ji destpêka vê rêveberiyê ve bi niyeteke baş dan û standin kiriye da ku serbestberdana girtiyên li gel Hemasê were mîsogerkirin. Em piştgiriyê didin gavên pêş, ji ber Hemasê sînyal daye ku ew êdî bi rêya diyalogan eleqeyê nade agirbestê.”

Ofîsa serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihandibû ku heta ku Hemas ji bo qonaxa bê ya agirbestê razî nebe, alîkariyên mirovî yên ji bo Xezayê dê werin rawestandin.

(bb)