Di nobeta li Bendava Tişrînê de du xwişk

Ji bajarê Til Temirê du xwişk cihê xwe di çalakiya nobetê ya Bendava Tişrînê de digirin. Her du xwişkan diyar kir parastina bendavê ji êrişan erkeke exlaqî ye ku ji her kesî tê xwestin.

Di nobeta li Bendava Tişrînê de du xwişk
3 adar, 2025   13:19
BENDAVA TIŞRÎNÊ
BAZ MORDEM

Piştî hilweşîna rejîma Baasê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên dagirkirin û qirkirinê li dijî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê pêk tînin. Şervanên QSD, YPG û YPJ’ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û di xeta bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê de ew xitimandin.

Ji 8’ê Çileya 2025’an ve gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişên dewleta Tikr a dagirker û çeteyên wê kom bi kom tên bendavê û nobetê digirin. Dewleta Tirk a dagirker gelek caran êrişî nobedaran kir û bi dehan kes şehîd û birîndar kirine. Tevî êrişan û komkujiyan jî çalakiya nobetê ya gel di roja xwe ya 55’an de bi biryardarî didome.

Du xwişkên bi navên Şemsa Xalid Mihemed û Hemîda Xalid Mihemed ji bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê ne û cihê xwe di nobeta parastina bendavê de digrin. Her du xwişk ji ajansa me ANHA’yê re axivîn.

Şemsa Xalid Mihemed (50) anî ziman ku wek erkeke welatparêziyê wan berê xwe daye bendava Tişrînê û destnîşan kir ku parastina bendavê erka her kesî ye.

Şemsa Xalid Mihemed bal kişand ser rastiya berxwedana Bendava Tişrînê û got: “Bi rastî jî dema me li ser ragihandinê berxwedana bendavê dişopand bandorek li me kir. Lê piştî ku em hatin bendavê û yekser em bûne şahidê berxwedana hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bêhtir ji bo me bû cihê moral û kêfxweşiyê.”

Şemsa Xalid Mihemed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku kesên ku rihê welatparêziyê rê de heye lazim e di berxwedana bendavê de cihê xwe bigirin û got: “Di vê mijarê de helwesta xwişka min a ku bi min re di eniya berxwedanê de cihê xwe bigire bêhtir hêz da min.”

(bb)

ANHA