Li rêbendên kontrolê astengî û heqaret li xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê kirin

Fiqeya 60 û Firqeya 72'an ên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser rêbendên kontrolê yên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gotinên nebaş ji kesên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derdikevin û dikevinê re dikin, çûn û hatina wan asteng dikin.

Li rêbendên kontrolê astengî û heqaret li xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê kirin
Li rêbendên kontrolê astengî û heqaret li xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê kirin
Li rêbendên kontrolê astengî û heqaret li xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê kirin
Li rêbendên kontrolê astengî û heqaret li xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê kirin
12 cotmeh, 2025   16:44
HELEB

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rêbendên kontrolê yên nû danîne. Hat diyarkirin ku leşkerên hikumeta veguhêz şêniyên herdu taxan ên ku di rêbendan re derbas dibin asteng dikin û heqaretê li wan dikin.

Şêniyeke ku ji nexweşxaneya Razî ya li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de vedigeriya mala xwe ya taxa Şêxmeqsûd ji ajansa me re got ku leşkerên li rêbendên kontrolê yên nû hatine danîn gotinên nebaş ji wê re kirine û her yek derbasî taxê dibe, jê re dibêjin "xinzîr" anku beraz.

Welatî diyar kir ku leşker telefonên welatiyan kontrol dikin û enternetê pê ve girê didin ku cihê wan bizanin. Ev yek li dijî taybetmendiyên takakesî û azadiya veghastinê binpêkirineke aşkera ye.

Li gorî îfadeya şêniyê, leşkeran li wê zor kir ku çeneteya xwe, ya ku tê de ji bilî belgeyên tibî yên çûna nexweşxaneyê nîn bû, ji wan re veke û ev jî wekî binpêkirina taybetmendiya jinan bi nav kir.

Berî 2 rojan ajansa me bi wêne û dîmen astengkirina tevgera welatiyan ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve belge kiribûn û par ve kiribûn.

Li gorî çavkaniyan, ew rêbendên kontrolê yên nû ji aliyê çekdarên Firqeya 60'an û Firqeya 72'yan ên Wezaret Berevaniyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, hatine danîn.

(mh/fr)