Li Laziqiyê dayika 4 zarokan hat revandin

Li Laziqiyê dayika 4 zarokan, piştî ji mala xwe derdikeve û diçe mala xwişka xwe, hat revandin.

Li Laziqiyê dayika 4 zarokan hat revandin
12 cotmeh, 2025   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji şeva duh (11 Cotmeh 2025) ve, piştî ji mala xwe derdikeve û diçe mala xwişka xwe li ser rê dayika 4 zarokan a bi navê Semer Îsmaîl hat revandin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, Semer (40) bêyî telefonê derket û heta derengiya şevê, dema malbatê xwest pê re peywendiyê bike, hat zanîn ku ew hatiye revandin.

Vê agahiyê li ser medyayên dîjîtal metirsî û fikar çêkirin, nexasim hemwextî revandina zarok Mihemed Qeys Heyder ê ku ji aliyê komeke çekdarên nenas ve ji pêş dibistana wî ya li taxa Meşrûi El Aşir roja çarşema borî hat revandin.

(fr)