Li Qerekozak balafirek keşfê hat xistin, 2 çete hatin girtin

Komek çeteyên dewleta Tirk a dagirker, hewl dan pira Qerekozak derbas bikin, lê şervanan bersiv da 8 ji wan kuştin, 2 bi saxî girtin. Her wiha balafirek bê mirov û bi çek hat xistin, 3 seyare hatin rûxandin. 

Li Qerekozak balafirek keşfê hat xistin, 2 çete hatin girtin
10 kanûn, 2024   16:21
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me ji herêmê ragihandine, komên çete yên dewleta Tirk li herêma Qerekozak bi desteka balafiran û tangan êrişên xwe didomînin. 

Komek çeteyan hewldan li ser pira Qerekozak derbasî aliyê herêma Sirrinê bibin. Li ser vê yekê şervanan bersiv dan û pevçûnên dijwar derketin. Balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk jî herêm bombebaran kirin.

Heta niha di pevçûnan de 8 çete hatine kuştin û 2 ji wan jî bi saxî ketin destê şervanan. Her wiha balafirek bê mirov û biçek hat xistin, 3 sayere hatin hilweşandin.

Li herêmê pevçûn didomin.

(ekip/a)
ANHA