Li Qamişloyê şehîd Zeyneb Kinacî hat bibîranîn

Kongra Star li taxên Qidorbeg û Meyselon ên bajarê Qamişloyê, bi boneya salvegera şehadeta 30ˊemîn a têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinacî) civîn li dar xistin.

Li Qamişloyê şehîd Zeyneb Kinacî hat bibîranîn
Li Qamişloyê şehîd Zeyneb Kinacî hat bibîranîn
Li Qamişloyê şehîd Zeyneb Kinacî hat bibîranîn
21 hezîran, 2026   20:28
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya bibîranîna şehadeta têkoşer şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) ya ku di 30ˊyê Hezîrana 1996ˊan de şehîd bûbû de Kongra Star li taxa Qidorbeg û Meyselon ên Qamişloyê bi amadebûna şêniyan civîn li dar xistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di civînan de rêwîtî û têkoşîna şehîd Zîlan û rola wê di tevgera azadiya Kurdistanê, rola jinan Kurd û gerîlayan li hember astengiyan hatin vegotin.

Axêveran di civînan de behsa çalakiya fedaî ya ku şehîd Zîlan li dilê dewleta Tirk kiriye, kir û îşaret bi cihê sembolbûna wê hat kirin. Hat gotin ku Rêber Abdullah Ocalan şehîd Zîlan ji ber temsîlkirina wê ji nirx û têkoşînê re bi felsefeyê wesif kir.

Her wiha behsa şopandina keçên Rojava a rêça şehîd Zîlan û Sekîne Cansizê di Şoreşa Rojava û fedakariyan de hat kirin.

Civîn bi pêwîstiya parastina mîrasa şehîdan, diruşmên silavkirina berxwedan û fedakariyên şehîdan bi dawî bû.

Li Qamişloyê, bi vê boneyê, wê rêzecivîn û çalakî werin organîzekirin.

(fr)

ANHA