Li Kobanê şehîd Egîd Bab hat oxirkirin

Xelkê Kobanê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Egîd Bab oxir kir û soza şopandina rêça şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

Li Kobanê şehîd Egîd Bab hat oxirkirin
Li Kobanê şehîd Egîd Bab hat oxirkirin
Li Kobanê şehîd Egîd Bab hat oxirkirin
Li Kobanê şehîd Egîd Bab hat oxirkirin
Li Kobanê şehîd Egîd Bab hat oxirkirin
Li Kobanê şehîd Egîd Bab hat oxirkirin
Li Kobanê şehîd Egîd Bab hat oxirkirin
Li Kobanê şehîd Egîd Bab hat oxirkirin
Li Kobanê şehîd Egîd Bab hat oxirkirin
21 hezîran, 2026   20:34
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê û nûnerên saziyên sivîl û siyasî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Egîd Bab (Ebdulqadir Meclol) ê ku li ser rêya Reqa- Hesekê di 18ˊê Çileyê de şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dicle oxir kir.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre endama Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedîa Miho axivî, bal kişand seer fedakariyên şehîd Egîd û hevrêyên wî di parstina destkeftiyên gel de.

Bedîa di dawiyê de got: "Em xwedî dozê ne, fikira xwe ji Rêber Abdullah Ocalan digirin. Ji lew re em soz didin şehîdan ku li ser rêç û şopa wan bin."

Li aliyekî din jî hevserokê Desteya Gazî û Malbatên Şehîdan a Kobanê Mistefa Êto li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û got bibîranîna fedakariyên şehîdan tê de bîrdank û rûpelên dîrokê de zindî bimin.

Êto destnîşan kir ku qonaxa heyî temsîla werçerxekê din a têkoşînê dike ku nasname û mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeya nû de werin misogerkirin.

Mersîma bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê xwe re bi dawî bû.

(fr)

ANHA