Li Qamişloyê pêşangeha Arşîva Civaka Êzidî hate vekirin

Rêxistina Hawar.help bi navê `Arşîva Civaka Êzidî` pêşangehek organîze kir û 50 wêneyên têkildarî çanda Êzidiyan tê de têne pêşandan.

12 tebax, 2026   16:02
QAMIŞLO

Rêxistina Hawar.help li Qehwexaneya El Bal pêşangeha wêneyan vekir. Pêşangeh bi navê `Arşîva Civaka Êzidî` ye û 50 wêneyên têkildarî çanda civaka Êzidî tê de têne pêşandan.

Rêxistina Hawar.help li ser daxwaza Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ev pêşengeh vekiriye. Wezaret hemû belgehên girêdayî Êzidiyan kom dike û ji bo Êzidiyên Rojava û Sûriyeyê arşîva dijîtal ava kiriye.

Wêne ji aliyê xwendekarên beşa perwerdeyê ya rêxistina Hawar.help û tîma beşa arşîvê ya rêxistinê ve hatine kişandin. Keç û xortên Êzidî yên wêne kişandinê perwerde dîtine û tev li projeyê bûne. Ew dixwazin bi jiyana civaka Êzidî belge bikin.

Gerînendeya projeya rêxistina Hawar.help Nesrîn Mihemed got wan di pêşangehê de ne tenê bal kişandiye ser komkujiyan, lê dixwazin çand, dîrok û merasîmên civaka Êzidî bidin naskirin û biparêzin.

Rêxistina Hawar.help e.V rêxistineke hiqûqî ye û piştî komkujiya Şengalê (3 Tebax 2014) hatiye avakirin. Di xebatên xwe de kumkujiyên li ser Êzidiyan belge dikin û bi rêya bernameyan bi kesên rizgarbûyî re dibin alîkar. Rêxistina Hawar.help sala 2025`an li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê pêşangeh vekiribû.

Pêşengeh dê heyanî saet 19:00’an bidome.

(np)

ANHA