Li Qamişloyê bihaya embîrên jenetoran hat kêmkirin

Biryar hat dayîn ku embîrên jenetorên li ser mazota serbest dixebitin ji her litreyekê bi 75 sentan dakeve 55 sentan.

Li Qamişloyê bihaya embîrên jenetoran hat kêmkirin
11 gulan, 2026   16:36
QAMIŞLO

Aliyên eleqedar ên Qamişloyê ragihand ku bihaya embîrên jenetorên li ser mazota serbest dixebitin hat kêmkirin. Ev yek piştî biryara kêmkirina bihaya mazota serbest li deverên Cizîrê pêk hat.

Ev biryar di giştînameyeke fermî de piştî civîna duh a li ser bingeha biryareke berê ya di 29ˊê Nîsanê de hatibû dayîn hat bdayîn. Di civînê de Meclisa Navçeyê, Şaredariya Qamişlo, Yekitiya Jenetoran, Odeya Pîşeasziyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Komîteya Sotemeniyê ya Qamişloyê amade bûn

Di giştînameyê de hat destnîşankirin ku dê bihaya nû heta dawiya meha 5ˊê be, ger tu guhertinên der barê bihaya mazotê de çêbibin, wê guhertinên din jî çêbibin.

Li gorî giştînameyê bihaya embîrên meha Gulanê hat destnîşankirin:

Biha emêrekê ku bi mazota xizmetguzarî ya 8 saetan dixebite: 15 hezar lîreya Sûriyeyî

Bihaya embêrekê ku bi mazota xizmetguzarî ya 16 saetan dixebite; 30 hezar lîreya Sûriyeyî

Bihayê amperekê ku bi mazotê serbest a 8 saetan dixebite, ji 1ˊê Gulanê heta 10ˊê Gulanê bi 13.5 dolaran e, lê ji 11ˊê Gulanê heta 31ˊê Gulanê bi 12 dolaran e.

Bihayê ampêrekê ku 24 saetan dixebite; ji 1ˊê Gulanê heta 10ˊê Gulanê bi 16 dolaran e, lê ji 11ˊê Gulanê heta 31ˊê Gulanê bi 14 dolaran e.

Di naveroka giştînameyê de hat gotin ku divê xwediyên jenetoran li gorî bihayê nû tev bigerin, zêdetirî 10 embêran nedin malekê, fatûreyên fermî tê de bihaya embêrê, dîroka wergirtin, jimareya telefonê û navê xwediyê jenetorê hebin werin dayîn.

Komîteya Sotemeniyê ya Cizîrê di 9ˊê Gulanê de bihaya mazota serbest ji 75 sentan daxist 55 sentan ji bo litreyekê, lê bihayên sinfên din wek wan hişt.

(fr)

ANHA