Li Qamişloyê bi navê "Nesrîn" şano

Bi navê "Nesrîn" li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo şanoyek hat pêşkêşkirin.

Li Qamişloyê bi navê "Nesrîn" şano
Li Qamişloyê bi navê "Nesrîn" şano
Li Qamişloyê bi navê "Nesrîn" şano
Li Qamişloyê bi navê "Nesrîn" şano
Li Qamişloyê bi navê "Nesrîn" şano
Li Qamişloyê bi navê "Nesrîn" şano
Li Qamişloyê bi navê "Nesrîn" şano
Li Qamişloyê bi navê "Nesrîn" şano
Li Qamişloyê bi navê "Nesrîn" şano
Li Qamişloyê bi navê "Nesrîn" şano
27 ÇILE, 2025   17:57
QAMIŞLO

Tevgera Mezopotamiyayê ya Çand û Hunera Demokratîk û Komîna Şanoyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo Şanoyek bi navê "Nesrîn" pêşkêş kir.

Di şanoyê de gel, endamên Çand û Hunerê, şanoger, Rêxistinên Civaka Sivîl û hunermend beşdar bûn.

Şano behsa keçeke bi navê Nesrîn dike. Nesrîn, bav û dayika xwe dixwazin ji welat derkevin û berê xwe bidin dewletên biyanî. Dema ew tevî hin kesên din digihînin sînor leşkerên dewleta Tirk a dagirker heqaretê li wan dikin û li wan didin.

Li gorî Nesrînê, dema ew ji welat derkeve û koçber bibe wê jiyaneke xweş bijî, lê derket ne li gorî xeyalê wê bû. Ji ber xerîbî û penabertî zor û zehmet e.

Nivîskarê şanoyê Ehmed Îsmaîl Îsmaîl, derhêner Adil Îsmaîl û lîtikvan Gulistan Tahir in.

(re/fr)

ANHA