Fransa: YEˋyê wê hin cezayan ji ser Sûriyeyê rake

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê diyar kir ku YEˋyê wê hin cezayên li ser Sûriyeyê rake.

Fransa: YEˋyê wê hin cezayan ji ser Sûriyeyê rake
27 ÇILE, 2025   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot îro got Yekitiya Ewropayê (YE) wê hin cezayên li ser Sûriyeyê hatine ferzkirin rake.

Wezîrên karên derve yê dewletên YEˋyê vê mijarê di civînekê de bi berpirsa siyaseta derve ya blokê Kaya Callas li Brûkselê re îro nîqaş dikin ku lihevkirin li ser rakirina cezayên li ser Sûriyeyê çêbe.

Barrot diyar kir ku wê îro biryar bê dayîn ku hin cezayên li ser beşên enerjî û peywendiyan û li ser saziyên darayî yên girîng werin rakirin da ku îstîqrara darayî pêk bê.

(fr)