Li Qamişloyê 7 bazirganên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişloyê 7 kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikir, destgîr kirin.

Li Qamişloyê 7 bazirganên hişbirê hatin girtin
17 kanûn, 2025   11:41
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Qamişlo, li dijî bazirganên madeyên hişbir operasyon pêk anî û di encamê de 7 kes ku yek ji wan jin e, hatin destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi kesên destgîrkirî re gelek cureyên madeyên hişbir, pereyên sexte û çek hatin desteserkirin.

Piştî lêpirsînê, kesên destgîrkirî veguhastin dadgeriyê.

(k)