Li Qamişloyê 650 dar hatin çandin

Koma Hemahengiyê ya Parastina Jîngehê bi hemahengiya rêxistinên civaka sivîl û tevkariya saziyên aborî, civakî û bijîşkî  650 dar li Qamişloyê çandin.

Li Qamişloyê 650 dar hatin çandin
Li Qamişloyê 650 dar hatin çandin
Li Qamişloyê 650 dar hatin çandin
Li Qamişloyê 650 dar hatin çandin
Li Qamişloyê 650 dar hatin çandin
27 nîsan, 2025   14:32
QAMIŞLO

Koma Hemahengiyê ya Parastina Jîngehê ji sala 2015’an pêngaveke çandina daran bi navê "Bi hev re ber bi civakeke hêşîn ve" li dar dixe. Koma Hemahengiyê di çaroveya pêngava xwe ya îsal de 650 dar li bajarê Qamişloyê çandin. Çandina daran bi hemahengiya rêxistinên civaka sivîl û tevkariya saziyên aborî û civakî û bijîşkî û zarokan ve bi rê ve çû.

Koma Hemahengiyê pêngav li gorî 4 qonaxan bi rêve bir. Di çarçoveya wê de li dirêjiya navrêya Qawetlî ya li bajarê Qamişloyê 200 dar û li navrêya Siyahî jî 216 dar, li kêleka embarên genim jî zêdetirî 100 dar hatin çandin.

Di qonaxa 4’an de 100 dar li navrêya sereke ya li taxa Enteriyê jî hatin çandin.

Koma Hemahengiyê hewl dide di salên pêş de pêngava parastina jîngehê berfireh bike, qada şînkahiyê zêde bike û çanda çandina daran belav bike.

(bb)

ANHA