Şehîd Zîlan li Dêrikê û Helebê hate bîranîn

Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê û taxa Şêx Meqsûd a Helebê, şehîd Zîlan bi bîr anîn. Şêniyan  soza şopandina rêya Zîlan dan.

29 hezîran, 2025   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 29emîn salvegera şehadeta têkoşera kurd Zîlan (Zeyneb Kinaci), li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê rêzeçalakiyên bîranînê hatin lidarxstin.

Dêrik

Li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê, pêşangeha hunerên bedew, ku ji aliyê Navenda Dijle yan Çand û Hunerê hate lidarxistin, îro bi dawî bû. 

Pêşangeh duh di çarşoveya rêzeçalakiyên bîranîna şehîd Zîlan ku di  30`ê Hezîrana sala 1996`an de di encama çalakiyeke fedayî li artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû, hate lidarxstin.

Di roja duyemîn û ya dawîn a pêşangehê de gelek kes beşdar bûn, her wiha Koma Zarokan a Navenda Dijle ya Çand û Hunerê  stran pêşkêş kirin.

Di pêşangehê de 33 tabloyên hunerî ku rihê berxwedanê û rola çalak a jinan di civakê de nîşan didin, hatin pêşandan.

Di heman çarçoveyê de Kongra Star li hola Navenda Dijle ya Çand û Hunerê li bajarê Dêrikê merasîmeke bîranînê li dar xist. Bi dehan şêniyên bajêr beşdar bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre sînevizyonek der barê jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan de hatie pêşandan.

Heleb

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîd bi dirûşmeya "Avakirina jin û jiyana azad bi xeta Zîlan pêkan e" ji bo bîranîna şehîd Zîlan civînek li dar xist. Civîn  li Hola 8ê Adarê ya Taxa Şêx Meqsûdê, bi beşdariya malbatên şehîdan, dayikên gerîla û birîndarên şer hat lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre nameya şehîd Zîlan ya ku beriya çalakiya xwe ya fedaî ji Rêber Abdullah Ocalan re şandibû, ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rozalîn Mamo ve hate xwendin.

Ji rêveberên  Meclîsa Malbatên Şehîdan Zinarîn Efrîn jî di civînê de  li ser jiyan û îrade û biryardariya şahîd zîlan axivî. Zinarîn Efrîn diyar kir ku şehîd Zîlan ji bo azadiyê, bêyî dudilî û bi ruhekî fedaî têkoşiya û canê xwe feda kir.

Zanarîn soza şopandina rêya şehîda Zîlan da ta pêkanîna hêviyên wê yên ji bo azadî û rizgariyê.

Di çalakiyê de her wiha sînevizyona der barê jiyan û têkoşîna şehîd zîlan de  hate pêşandan.

(k)