Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên bi boneya 22ˊyê Nîsanê

Bi boneya salvegera 128'emîn Rojnamegeriya Kurdî li bajarê Qamişloyê û Girkê Legê semîner, panel û şevbuhêrk hatin lidarxistin. Di çalakiyan de girîngî ji bo pêşxistina rojnamegeriya Kurdî û rola wê di yekgirtina civaka Kurd de hat dayîn.

22 nîsan, 2026   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya salvegera 128ˊemîn Roja Rojnameya Kurdî li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên weke semîner û panel hatin lidarxistin.

QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 128'emîn Roja Rojnameya Kurdî, Hevgirtina Civaka Sivîl a Kurdî bi hevkariya Komeleya Yekpar, li navenda komeleyê ya Qamîşloyê semînerek hat dayîn. Di çarçoveya Hefteya Çapemeniya Kurdî de di semînerê de li ser rastiya Rojnamegeriya Kurdî ku 128 sal pey xwe hişt axaftin hatin kirin. Rewşenbîr, rojnamevan, çalakvanên mafên mirovan û hunermend tev li semînerê bûn.

Semîner ji hêla rojnamevan Bijar Îso ve hate dayîn. Îso êşveçûna medyaya Kurdî ji destpêkirina rojnameya "Kurdistan" di sala 1898ˊan de ku li Qahîreyê çapa yekem ji hêla Mîqdad Miîdhet Bedirxan ve hate derxistin heta serdema medyaya dîjîtal nirxand.

Di semînerê de rola rojnamegeriya Kurdî wekî alternatîfek exlaqî ji bo welat di nebûna hebûnek siyasî de, ligel pêşveçûna amûrên medyayê ji rojnameya çapkirî bigire heya radyo û televîzyonê, ku bi platformên dîjîtal ên ku sînorên erdnîgarî derbas kirine û weşangeriyê li seranserê cîhanê gihîştiye lûtkeyê, hate nîqaşkirin.

Li ser girîngiya wêne û çîrokbêjiya dîtbarî di veguhestina doza Kurd de ji raya giştî ya cîhanî re, û pirsgirêkên ku ji hêla serdema dîjîtal ve têne derxistin jî axaftin hatin kirin. Di semînerê de hat destnîşankirin ku îro di serdema naveroka dîjîtal a zû belav dibe de, mezintirîn astengî ji bo rojnamegeriya profesyonel, kontrolkirina rastiyan û pabendbûna bi exlaqê ye.

Semîner ji sê mijarên sereke pêk hat: etîka rojnamegeriyê û krîza baweriyê, teknîkên afirandina naverokê û stratejiyên pêşkeftinê.

Di dawiya semînerê de sînevizyonek li ser Rojnameya Kurdî hat pêşkêşkirin.

Bi heman boneyê jî Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê (DHNRK,RK) li navedna Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) panelek li dar xist. Endama Desteya Rêveber (HRRK) Şepal Yûsif, Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Îbrahîm, Rojnamevam Cuma Ekaş û  Rojnamevan Ciwan Îbrahîm panel bi rê ve bir.

Panel bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Pirs ji aliyê Şepal Yûsif ve hatin kirin û beşdaran bersiv da.

Piştî zêdetirî 128 salan rojnamegeriya Kurdî dikarîbû xwe bighêje asta şopandina hemû bûyerên di Rojavayê kurdistanê de?

Ji ber ku Kurdistan dagirkirî bû çapameniya kurdî li derve bi pêş ket, ji ber hêzên stemkar rê nedidan ku xebatên rojnamevanî bi pêş bikeve. Ji ber ger ku were pêşxistin civak jî bi pêş dikeve dijmin jî vê tiştî naxwaz. Gava ku di rojnamevaniyê de pişketî piştî teknolojyayê bû.

Rojnamegeriya azad çi ye, gelo rojnamegerî li Rojavayê Kurdistanê azad e yan na?

Rojnamevaniya azad di welatek azad de pêk tê, lê heya niha em di nav êrişan de ne. Heya niha li Rojavayê Kurdistanê rojnamegeriya azad heta radeyek pêk hatiye. Dibe ku îro bi dehan rojnamevan li Bakur û deverên din di zindanan de ne lê li Rojava derfetek mezin ji rojnamevanan re heye.  

Şert û mercên ku rojnamegeriya pêwist çi ye?

Derî ji bo me heya astekê vekirîbû ku tevger hebe, lê di nava demên dawî de hin guhartinên baş çêbûn.

Îro rojnamevanan hişt ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê li hemû cîhanê werin naskirin. 

Rola rojnamegeriya kurdî di parastina nasnameya kurdî û veguhestina kevneşopiyê de çi ye?

Şoreşek pir mezin li Sûriyeyê çêbû, pêşketina rojnamevaniya kurdî gelek zehmet bû ji bo ku rojnamevan di civaka xwe de pêşketinan çêneke bi hemû awayan hewldanên girtina wan hebûn û bi ser wan de digirtin.

Zehmetiyên ku rojnamevanên Kurd dibînin çi ne?

 Zehmetiyên herî mezin li hember rojnamevanên jin bû, ji her hêlê de rastî astengiyan dihatin. Êrişên li ser Rojava li pêşiya rojnamevanan û pêşketina rojnamegeriya Kurdî gelekî astengî çêkirin. Di radeya yekemîn de jinên rojnamevan dihatin hedefgirtin.

Di dawiyê de deriyê axaftinê ji mêvanan re hat vekirin. Mêvanan bal kişand ser rola rojnamegeriya Kurdî û pêşketina wê û bandora wê li ser civaka Kurd.

GIRKÊ LEGÊ

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê li bajarê Girkê Legê bi amadebûna rewşenbîrên Girkê Legê û Dêrikê şevbuhêrkeke hunerî li dar xist.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. dûre dîroknas Bradost Mîtanî li ser destpêkirina Rojnamegeriya Kurdî axivî û bal kişand ser derketina rojnameya yekemîn li Qahîreyê di dawiya sedsala 19ˊan de, behsa astengiyên di wê demê de û rola malbata Bedirxan di pêşxistina çapemeniya Kurdî de kir.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Nivîsgeha Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê Zelûx Bekir diyar kir ku rojnamegeriya Kurdî roleke teware di xizmetkirina doza Kurdî û parastina mafên gel de nemaze di Şoreşa Rojava de lîst.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Girkê Legê Mistefa Mam Xêr jî li ser çapemeniya Kurdî û astengiyan rûbirûyî wê axivî.

Di şevbuhêrkê de beşdaran li ser pêwîstiya xurtkirina rola çapemeniya Kurdî û aktîvkirina wê di yekgirtina Kurdan de nîqaş kir.

(ekîb/fr)

ANHA