Li Qamişlo bi hezaran kes li ber deriyê Nisêbînê kom bûne

Bi hezaran welatiyên Qamişlo berê xwe dan deriyê sînor ê Nisêbîna Bakurê Kurdistanê. Welatî ji bo pêşwaziya çalakiya xelkên Nisêbînê berê xwe dane wir.

Li Qamişlo bi hezaran kes li ber deriyê Nisêbînê kom bûne
20 ÇILE, 2026   15:00
QAMIŞLO

Li Bakurê Kurdistanê bi dehezaran welatî ji bo piştgiriya berxwedana Rojava berê xwe dan sînorê Bakur û Rojava. Bi hezaran şêniyên Qamişlo jî berê xwe dan deriyê sînor ji bo silavkirina piştgiriya gelê Bakur. Leşkerên Tirk ji bo welatiyên Qamişlo asteng bikin, gule li ser girseya gel barandin.

Li aliyê din tê payîn ciwanên ji Bakurê Kurdistanê berê xwe bidin Rojava û tevî banga seferiya giştî bibin.

ANHA