Kongreya Îslama Demokratîk: Daxuyaniya hikumeta demkî şerxwazî ye

Kongreya Îslama Demokratîk daxuyaniyên provokatîf ên Wezareta Kar û Barên Olî ya hikumeta demkî şermezar kirin û wek ragihandina şer li dijî Kurd û Ereban bi nav kir.

Kongreya Îslama Demokratîk: Daxuyaniya hikumeta demkî şerxwazî ye
20 ÇILE, 2026   14:43
QAMIŞLO

Wezareta Kar û Barên Olî (Ewqaf) ya hikumeta demkî daxuyaniyek belav kiribû û ji melayên mizgeftan xwest ji bo "serkeftina artêşê" dua bikin. Wezaretê komên çete li dijî gelên berêmê sor kirin û êrişên li ser Hesekê û Kobanê weke "fetih" bi nav kirin.

Kongreya Îslama Demokratîk bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniyên wezaretê da.

Daxuyanî li Mizgefta Şelah a bajarê Qamişloyê bi amadebûna hejmareke oldar û melayan hate dayîn û ji aliyê hevserokê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Kantona Cizîrê Silêman Ehmed Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de, daxuyaniya hikumeta demkî bi tundî hat şermezarkirin û wek “ragihandina şer li dijî gelê Cizîrê bi Kurd û Erebên wê” hat binavkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gotinên provokatîf li dijî îslamê ne û hate gotin: "Eger gotina heqiyê hebe, divê banga rawestandina êrişan li ser sivîlên li Cizîrê be."

Her wiha hate gotin, wezîrê ewqafê ji herikîna her dilopeke xwînê berpirs e.

Di dawiya daxuyaniyê de xîtabên olî yên provokatîf hatin şermezarkirin û banga rawestandina tundî û herikandina xwînê hate kirin.

(b)

ANHA