Li Qamişlo avakirina 3 tabûrên din hat ragihandin

Meclisa Gel a bajarokê Girbawiyê ya bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya QSD'ê avakirina 3 tabûrên din ragihand.

Li Qamişlo avakirina 3 tabûrên din hat ragihandin
Li Qamişlo avakirina 3 tabûrên din hat ragihandin
Li Qamişlo avakirina 3 tabûrên din hat ragihandin
Li Qamişlo avakirina 3 tabûrên din hat ragihandin
Li Qamişlo avakirina 3 tabûrên din hat ragihandin
Li Qamişlo avakirina 3 tabûrên din hat ragihandin
10 ÇILE, 2025   19:00
QAMIŞLO

Meclisa Gel a bajarokê Girbawiyê ya bajarê Qamişlo, ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)  di bin sîwana Hêzên Parastina Cewherî (HPC) de avakirina 3 tabûrên din bi daxuyaniyekê ragihand.

Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Edla Mecîd ve li pêşiya navenda Meclisa Gel a bajarokê Girbawiyê hat xwendin.

 Di daxuyaniyê de bal li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat kişandin û hat diyarkirin ku çi dibe bila bibe ew ê bi pêşengiya berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê heya dawiyê destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Di daxuyaniyê de berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê ya li bendava Tişrînê hate silavkirin û hat destnîşankirin ku ew ê di çarçoveya beşdariya seferberiyê de li kêleka berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê bisekinin.

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye; “Bi dirûşma li her gundekî, kolanekş, taxekî û bajarekî em ê xwe rêxistin bikin, destkeftiyên şoreşê bighînin serkeftina jiyaneke demokratîk. Em avakirina 3 tabûrên di bin sîwana HPC’ê de radighînin û diyar dikin ku her tim em ê xwe li ser esasê parastina cewherî biparêzin û dagirkeriyê têk bibin.”

ANHA

(bm/şx)