Li Qamişlo 300 şitlên din li şûna çopgehê hatin çandin

Desteya Jîngehê ya kantona Cizîrê bi hevkariya xwebexşan, 300 dar li şûna çopgeheke kevin a gundê Navgir çandin.

Li Qamişlo 300 şitlên din li şûna çopgehê hatin çandin
Li Qamişlo 300 şitlên din li şûna çopgehê hatin çandin
Li Qamişlo 300 şitlên din li şûna çopgehê hatin çandin
24 nîsan, 2025   20:30
QAMIŞLO

Di çarçoveya xebatên veguhastina çopgeha kevin a gundê Navgir ê bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê, ji bo firehbûna rûbera şînkatiyê de, xebatên xwedîderketina li darên berê hatine çandin û çandina darên nû, didomin.

Girêdayî wê, Desteya Jîngehê ya kantonê bi hevkariya Komeleya Warşîn a Jîngehê 300 şitil li deverê çandin. Hejmara giştî ya daran bû 6 hezar û 300, ji ber ku berê jî 6 hezar darên curbicur hatibûn çandin.

Di dirêjahiya gelek salan de, ji ber şewitandina çopê bêhnên nebaş derdiketin. Bi wê re di 2021'an de aliyên berpirs ên Rêveberiya Xweser çopên li wê çopgeha ku rûbera wê 800 donim bû, birin cihê binaxkirina çopê li dûrî bajêr.

(mh/fr)

ANHA