Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn

Xelkê Qamişloyê 166 şehîdên mehên Kanûn û Çileyê bi bîr anîn û got ew bi metod û nirxên şehîdan ve girêdayî ne û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker disekinin.

Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 166 şehîd hatin bibîranîn
25 ÇILE, 2024   16:57
QAMIŞLO

Pêkhateyên Qamişlo û malbatên 166 şehîdan tevî hildana wêneyên şehîdan û wesîqeyên şehadetên wan berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Saroxan.

Şehîd ji gerîla, QSDˊê, YPJˊê, YPGˊê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sotoro ne. Di dem û cihên cuda de di nava tevgera rizgariya Kurdistanê, Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û sekna li dijî êrişên çeteyên DAIŞˊê li ser herêmê deşehîd bûbûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şîrên Hesen tevahî şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê bi bîr anîn û wiha got: "Bi ruhê şehîdan em ê têkoşînê dewam bikin û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevgirtin û girêdana bi metoda şehîdan bisekinin."

Dûre navên 166 şehîdan hatin xwendin û bi serdana gorên şehîdan ji hêla malbatan ve merasîm bi dawî bû.

(fr)

ANHA