Hilbijartinên herêma Kurdistanê destpê kirin

Hilbijartinên dema 6’an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê destpê kirin. Karê dengdanê wê heta saet 18.00’an bidome.

Hilbijartinên herêma Kurdistanê destpê kirin
20 cotmeh, 2024   08:58
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Hilbijartinên dema 6’an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji saet 07.00’an û şûnde bi fermî destpê kirin. Nêzî 3 milyon hilbijêr wê li bajarên Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê deng bi kar bînin.

îderê YNK’ê Bafil Celal Talabanî li Dibistana Rewşan a li Silêmaniyê dengê xwe bi kar anî.

Piştî ku lîderê YNK’ê Celal Talabanî dengê xwe bi kar anî, daxuyanî da û got: “Em ê dawî li vê desthilatdariya yekperest bînin.”

Bafil Talabanî di daxuyaniya xwe de ji ber piştgiriyê spasiya Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî kir.