Li Nisêbînê ji bo Rojava meşa li dijî dagirkeriyê

Li Nisêbînê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiya nobedê de wiha hat gotin: “Navnîşana çareseriyê diyar e. Aşîtî dê bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan pêk were.”

Li Nisêbînê ji bo Rojava meşa li dijî dagirkeriyê
14 kanûn, 2024   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî êrîşên Tirkiye û çeteyên girêdayî wê yên SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Mêrdînê Nisêbînê çalakiya nobedê didome.

Bi sedan kes li pêşiya Parka Aşîtiyê kom bûn û xwestin ber bi deriyê sînor yê Qamişloyê ve bimeşin. Girse heta berê êvarê li ser Kolana Mêrdînê rawestiya. Di encama hevdîtinan de destûra meşê hat dayîn û meş dest pê kir. Gel ber bi avahiya navçeyê ya DEM Partiyê meşiya. Di meşê de pankarta “Rojava hebûna me ye” hat vekirin. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedan” û “Rojava dilê me berxwedan e karê me” hatin berzkirin û piştre daxuyanî hat dayîn.

'EM Ê ROJAVAYÊ TENÊ NEHÊLIN’

Hevserokê Rêxistina Bajarî yê DEM Partiyê Mehçet Mehdî diyar kir ku ew ê nobeda xwe bidomînin û dev ji Rojavayê bernedin.

Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag jî eiha axivî: “Gelên Sûriyeyê dikarin di nav aşîtiyê de jiyaneke demokratîk ava bikin û şert û mercên wan ji bo vê yekê guncaw in. Lê hêzên emperyalîst li pêşiya vê yekê dibon asteng.

Ne zehmet e ku li welatekî her kes di nav xwişk û biratiyê de bijî. Bo nimûne li Nisêbînê jî li Qamişlo jî Kurd dijîn û sînorek nikare wan ji hevdu qut bike. Loma agirê ku îro dikeve Qamişlo ewil li Nisêbînê û Tirkiyeyê dikeve. Loma daxwaza dawîlêanîna pevçûnan daxwazeke birûmet e. Ev zilm dê heta detayê nedomin, dawiya dawî dê gel, demokrasî, wekhevî û azadî bi ser bikeve.”