Mezlûm Ebdî: Dubare bang li aliyên Kurdî kir ku helwesta xwe bikin yek

Fermandariyê Giştî yê QSDˋê Mezlûm Ebdî diyar kir ku li hember zehmetiyên vê qonaxê pêwîstiya dîrokî bi yekitiya neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê heye û bang li aliyên Kurdî kir ku dûrî berjewendiyên partiyetê bin û bangên gel ên diyalogê bibersivînin.

Mezlûm Ebdî: Dubare bang li aliyên Kurdî kir ku helwesta xwe bikin yek
14 kanûn, 2024   21:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi nivîsekê li ser malpera xwe ya medyaya dîjîtal dubare bang li aliyên siyasî yên Kurdî kir ku yekitiya neteweyî xurt bikin.

Ebdî di nivîsa xwe de got li hember zehmetiyên vê qonaxê pêwîstiya dîrokê bi yekitiya neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê heye.

Ebdî bang li aliyên Kurdî kir ku dûrî berjewendiyên partiyetê bin û bangên gel ên ji bo diyalogê û yekitiya helwestê bibersivînin.

Her wiha Ebdî bang li tevahiyan kir ku bi awayekî erênî tev li hewldanên pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurdî bin. Ebdî teqez kir ku dê ev yek bibe helwesteke piştgir ji bo diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê û beşdariya di avakirina Sûriyeyeke pêşerojê ya demokratîk a pirrengî.

(fr)

 ANHA