Li Nînowayê 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Wezareta Karên Hindir a Iraqê ragihand ku di encama perasyonek hevbeş di navbera polîsên Nînowa û hêzên Dijî Terorê de, li Nînowayê 6 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Li Nînowayê 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
13 adar, 2024   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hindir a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro perasyonek hevbeş di navbera polîsên Nînowa û hêzên Dijî Terorê de, li sînorê parêzgeha Nînowayê hate lidarxistin.

Her wiha hate diyarkirin ku encama operasyonê de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Hêjayî gotinêye ku operasyonên hêzên Iraqê yên dijî bermayên çeteyên DAIŞ’ê bi rêya hewayî û bejahî berdewamin.