Li Nîjeryayê êriş: 26 kes mirin

Hat diyarkirin ku di êrişa çekdarî ya li dijî gundekî li bakurê rojavayê Nîjeryayê de 4 jê polîs bi dehan kes mirin û bi dehan kes jî dîl hatin girtin.

Li Nîjeryayê êriş: 26 kes mirin
11 hezîran, 2024   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên bi motorsîkletan ên bi navê “Heydût” tên nasîn danê êvarê gundê Gidan Boka yê navçeya Kankara ya eyaleta Katsina dagir kirin. 

Rêveberê siyasî yê navçeya Kankara Anas Îsa ji AFP re got: “Heydûtan êvara yekşemê êrişî gundê Gidan Boka kirin, 26 kes kuştin û bi dehan niştecihên ku piraniya wan jin û zarok bûn, revandin."

Li gorî Anas Îsa; “Di nav kuştiyan de polîs û milîsên xwecihî yên ku bi bandiyan re ketin pevçûnê de hebûn," Polîsê Katsinayê êvara duşemê di daxuyaniyekê de piştrast kir ku 26 kes hatine kuştin û diyar kir ku polîsên nobetê ketin kemînê û çar efserên polîs û 2 endamên Hêzên Çavdêriya Civakî yên dewletê hatin kuştin.

Çapemeniya herêmî ragihand ku komên çete rasterast derdor gulebaran kirine û herî kêm 50 kes kuştine.

Katsina bi gelemperî wekî yek ji çend eyaletên li bakur-rojava û navendî Nîjerya tê destnîşankirin ku ji hêla çeteyên bi çekên giran êrişî gundan dikin, xaniyan dişewitînin û talan dikin û niştecîhan ji bo fîdyeyê direvînin.

Çeteyên çekdar ên li daristaneke berfireh a eyaletên Zamfara, Katsina, Kaduna û Nîjerê bi hev ve girê didin, di van salên dawî de jî bi komî xwendekarên dibistana seretayî revandin.

Çeteyan meha borî êrişî 4 gundên navçeya Sabûwa ya eyaleta Katsinayê kirin û di encamê de 25 kes ku piraniya wan endamên komên xweparastinê yên herêmî bûn hatin kuştin.