Li Nexweşxaneya Zarokan a li Şamê şewat

Li Nexweşxaneya Zarokan a li Şamê şewat derket. Rêvebera nexweşxaneyê diyar kir ku tenê zirarên madî çêbûn.

 Li Nexweşxaneya Zarokan a li Şamê şewat
11 cotmeh, 2025   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê li Nexweşxaneya Zarokan a li Şamê şewat derket. Beriya ku şewat beşên girîng ên nexweşxaneyê bide ber xwe, hat vemirandin.

Rêvebera nexweşxaneyê Dr. Diyana El Esmer ji çapemeniyê re got şewat li odeya belgeyan û pêdiviyên bijîşkî çêbû û diyar kir ku di beşên zarokan de tu zirar çênebûn. Her wiha îşaret pê kir ku beriya şewat bigihêje beşên zarokan, zarok tavilê hatine veguhastin.

(bb)