Xelkê Laziqiyê li aqûbeta Mihemed Heyder ê zarok pirsî

Xelkê parêzgehê Laziqiyê bi daxwaza naskirina aqûbeta zarokê bi navê Mihemed Heyder ku 3 roj e revandî ye, xwepêşandan li dar xist.

Xelkê Laziqiyê li aqûbeta Mihemed Heyder ê zarok pirsî
Xelkê Laziqiyê li aqûbeta Mihemed Heyder ê zarok pirsî
Xelkê Laziqiyê li aqûbeta Mihemed Heyder ê zarok pirsî
11 cotmeh, 2025   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Zarokê bi navê Mihemed Heyder (13) beriya 3 rojan li bajarê Laziqiyê ji pêşiya dibistanê ji aliyê komeke çekdar ve hatibû revandin.

Şêniyên taxê bi xwepêşandanekê li aqûbeta Mihemed Heyder pirsî.

Malbata Mihemed ji ber aqûbeta kurê xwe bi fikar e, lê heya niha aliyên têkildar der barê rewşa wî de agahî nedane.

(bb)