Li Nexweşxaneya Hecînê beşên nû hatin vekirin

Li Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê beşa banka xwînê û ya telasîmyayê ji nû ve hatin vekirin.

25 cotmeh, 2024   08:29
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Dêrazorê beşên nû li Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê vekirin û beşên ku ji xizmetê derketibûn jî  ji nû ve hatin aktîvkirin.

Beşên nû hatin vekirin ev in, nûjdariya giştî, klînîkên hundirîn, hestî, guh û gurçikan û labrotwar e. Her wiha banka xwînê  û telasîmyayê piştî 4 mehan ji rawestandina wan, ji nû ve hatin çalakkirin. Desteyê stasyoneke oksejînê jî di nexweşxaneyê de vekir.

Nexweşxaneya Hecîn ku xizmeta nêzî 400 hezar niştecihên gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê dike, rojane nêzî 150 nexweşan pêşwazî dike.

Rêveberê nexweşxaneyê  Meşarî El Hezûm diyar kir ku Desteya Tenduristiyê hewl dide hemû pêdiviyên bijîşkî yên welatiyan peyda bike û cihên kêmasiyan dagire û got: “Beşên ku hatine çalakkirin dest bi xebatê kir.”

El Hezûm diyar kir ku beş hatin vekirin heta asteke mezin zehmetiyên şêniyan sivik kirin.

Bijîşkê beşa cîraheta giştî li nexweşxaneya Hecînê Îhab Mehmûd têkildarî aktîvkirina vî beşî jî got: “Klînîka cîraheta giştî ji roja şemiyê heta pêncşemê vekirî ne. Roja înê jî  rewşên awarte û lezgîn pêşwazî dike. Li vê klînkê 3 bijîşk nobedariya kar digirin. Her bijîşkek 48 saetan dixebite.”

Li klînîkê hemû emeliyatên lezgîn û yên sar ên biçûk û navîn tên kirin. Her wiha rojane 15-20 rewşên taqîkirinê tên klînîkê û rojane nêzî 3-4 emeliyatên sar tên kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê di 26’ê Gulana 2022’yan de ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê ve hat vekirin.

(mh/ bb)

ANHA