Dagirkeran 4 caran êrişî Qamişlo kirin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker, 2 deverên li navenda bajarê Qamişlo 4 caran bombebaran kirin.

Dagirkeran 4 caran êrişî Qamişlo kirin
25 cotmeh, 2024   07:45
QAMIŞLO

Balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker serê vê sibehê (25 Cotmeh 2024) avahiya Hêzên Ewlekariy Hundirîn a li devera Sînaa ya bajarê Qamişlo bombebaran kir.

Dagirkeran her wiha avahiya Şîrketa Satkop a li Taxa Qenatsiwês jî bombebar kir.

Derbarê encama bombebarana ku 4 caran pêk hat de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin.

(ekip/a)

ANHA