Li kampa Tiwêhne toz rabû
Ji ber toza ku duh êvarê li kampa Tiwêhne ya li bakurê rojhilatê Tebqayê rabû, zirarên mezin bi konan bûn û 2 kes birîndar bûn.
Nûçegihanên me da zanîn ku di encama bahoz û toza ku li kampa Tiwêhne rabûye de gelek kon ketin, zirar bi pergala enerjiya tavê ku ava vexwarinê belav dike de bûye. Her wiha zirar bi 2 navendên tibî bûne.
Berpirsên kampê diyar kir ku di encama bahoz û rabûna tozê de 180 kon ji cih rabûn û hinek hilweşiyan, di encamê de jî jinek û keçek birîndar bûn.
Endamên Desteya Karûbarên Civakî ya kantona Tebqayê ji bo nirxandina zirarê, şopandina rewşa konan û peydakirina konên nû û vegerandina xizmetên alîkariya bijîşkî û enerjiya tavê, li nav kampê geriya.
Her wiha Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li nav kampê geriya û daxwazên şêniyan wergirtin.
Kampa Tiwêhnê li bakurê rojhilatê bajarê Tebqayê ye û tê de 911 malbat di hezar û 93 konan de bi cih bûne. Kamp ji aliyê Desteya Karûbarên Civakî ya kantonê ve tê rêvebirin.
(mh)
ANHA