Li Minbicê toreke belavkarên maddeyên hişbir hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke forşkar û belavkarên madeyên hişbir ku ji 23 kesan pêk tê, girt. Li van kesan gelek madeyên hişbir û çek hatin desteserkirin.

Li Minbicê toreke belavkarên maddeyên hişbir hat girtin
20 adar 2024   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Kantona Minbicê toreke firoşkar û bazirganên madeyên hişbir hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di çend rojên borî de hêzên me li Minbicê ji bo rêgirtina madeyên hişbir ên curbicur, piştî wergirtina agahiyên ku nîşan dide kesên van maddeyan difiroşin hene, ketin nava tevgerê.

Piştî lêkolîn, şopandin û komkirina agahiyan, Hêzên Dijî Madeyên Hişbir torek ji 23 kesan pêk tê, girt. Madeyên hişbir ên ku di nav sindoq, qutî, jêrzemîn û bafleyên deng de veşartibûn jî hatin desteser kirin.

Hêzên me lêpirsîn kesên hatine girtin temam kiriye tevî tiştên hatine desteserkirin veguhestine dadgehê.”

Di daxuyaniyê de madeyên hişbir û çekên hatine desteserkirin wiha hatine rêzkirin:

72 hebên kaptagon

47 gram mîsa krîstal

36 gram mecûna heşîşê

215 gram tovê heşîşê

74  hebên hişbir ên curbicur

38.5 gram heşîş

200 gram eroyîn

8 derziyên hişbir

4  mizînên elektronîk

2  narincok

1 dûrbîna şevê

1 çeka bombe kişîn

8 demance

Rextek leşkerî

3 gram barût

26 çekên tûj

1 laptop

1 harda qeydên kamereyan

3 kamerayên çavdêriyê

5 kemberên ji bo karê belavkirina madeyên hişbir

2 lênûsên ji bo hesabên madeyên hişbir

18 cîhaz

2 hezar û 580 dolarên Amerîkî

2 milyon û 200 hezar lîreyên Sûriyeyê.

(şx)