Dîmenên xistina SÎHA’yan dê bên weşandin 

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) destnîşan kir ku dîmenên balafirên bê mirov û bi çek (SİHA) ên dewleta Tirk ên hatine xistin, wê bên weşandin.

Dîmenên xistina SÎHA’yan dê bên weşandin 
20 adar, 2024   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyaniyek weşand û mizgîniya Newrozê ku Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan çend roj beriya niha behsa wê kiribû, da. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derfeta xistina SİHA’yên dewleta Tirk a dagirker peyda kirine û heta niha 15 SÎHA xistine xwarê.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji derveyî hin çalakiyan, dîmenên hemû çalakiyan hatin qeydkirin û di van dîmenan de bi rengekî zelal tê dîtin ku SÎHA ketine xwarê. Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dîmen û belgeyên çalakiyan wê ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve werin weşandin, bi gel û raya giştî re werin parvekirin.