Li Minbicê 8 bazirganên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan 8 bazirganên hişbirê, tevî hişbir û çekên bi wan re, li kantona Minbicê girtin.

Li Minbicê 8 bazirganên hişbirê hatin girtin
4 mijdar, 2024   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 8 bazirganên hişbirê li kantona Minbicê girtine.

Di daxuyaniyê de hat gotin roja yekşemê (02.11.2024) saet di 02:30ˋan piştî nîvê şevê de hêzan li bajarê Minbicê komek bazirganên madeyên hişbir girtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî gelek giliyên welatiyan der barê gumankirina bi komeke kesan de ku ew hişbirê difiroşin, tîmeke taybet a dijî madeyên hişbirê bi dema 3 hefteyan dest bi şopandin lêkolînê kir, piştî cihên wan hatin tesbîtkirin, hêzan bi ser wan de girt. Bi kemînekê 8 bazirgan tevî madeyên hişbirê hatin girtin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin hêzan mîqdareke hişbirê û gelek çek dîtin û desteserkirin û kesên girtî ji dozgeriyê re rakirin.

Li gel bazirganên hişbirê ev tişt hatin dîtin û desteserkirin:

23,5 gram mîsa krîstal.

198 hebên kaptagon.

6 gram û 4 perçe ji macûna heşîşê

3 damanceyên Glok a Îranî.

3 damanceyên 7 mm, cureya Tirkî ya guhertî.

3 damanceya eyar 7 mm, cureya Çekî.

2 Kemberên belavkirina madeyên hişbirê.

Hejmarek alavên bikaranîna madeyên hişbirê.

10 hebên hişbirê bi cureyên cuda.

Hardek ji bo tomarkirina kamerayên çavdêriyê.

150 dolarên Amerîkî.

600 hezar lîreyên sûrî.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li hemwelatiyên kir ku her agahiyek ku bibe sedema têkdana ewlehiya welat agahiyê bidin hêzên ewlehiyê.

(mh/fr)