Îsraîlê gundewarên Şamê hedef girtin

Îsraîlê 2 nuqteyên li derdora Seyide Zeyneb li gundewarên Şamê hedef girtin, li gorî agahiyên heyî birîndar hene.

Îsraîlê gundewarên Şamê hedef girtin
4 mijdar, 2024   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera ˋSewt El Asîmeˋ anku dengê paytextê diyar kir ku li nêzî herêma Seyide Zeyneb a li gundewarên Şamê dengê teqînan hat bihîstin, li gorî agahiyên heyî Îsraîlê êrişeke asîmanî li herêma Mezari pêk aniye.

Her wiha malperê da zanîn ku êriş li Seyide Zeyneb, derdora hotêla Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê û derdora bajarokê Necha pêk hat.