Li Mezê ya Şamê erebeyek hat bombebarankirin

Balafireke bêmirov ku tê gûmankirin a Îsraîlê ye, li taxa Mezê ya Şamê erebeyeke bombebaran kir. Di encamê de erebe şewitî û yên tê de hatin kuştin û birîndarkirin.

Li Mezê ya Şamê erebeyek hat bombebarankirin
21 cotmeh, 2024   19:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên destpêkê erebeyek li pêşiya hotêla Golden Mazzeh a taxa Mezê ya Şamê hat hedefgirtin.

Rojnameya El Weten a bi ser hikumeta Şamê ve ragihand ku di êrişê de kesek hat kuştin.

Malpera Sewt El Asîme jî diyar kir ku erebe li nêzî cihê ku merasîma sersaxiyê ya serokê Hemasê Yehya El Sinwar hatibû lidarxistin, bû.

Malperê da zanîn ku di êrişê de kesek hat kuştin û yek din jî birîndar bû. Yê ku hatiye kuştin jî fermandarê tevgera Cîhad Îslamî Ziyad Nexalê ye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di hedefgirtina erebeyekê de ji aliyê balafira bêmirov ve ku tê gumankirina a Îsraîlê ye, kesên di erebeyê de hatin kuştin û birîndarkirin.

(mh)