Ji destpêka salê ve 17 çeteyên DAIŞ'ê li Derayê hatine kuştin

SOHR'ê da zanîn ku ji destpêka îsal ve li başûrê Sûriyeyê 17 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, ji wan serçeteyek e.

Ji destpêka salê ve 17 çeteyên DAIŞ'ê li Derayê hatine kuştin
21 cotmeh, 2024   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salên dawîn de li bajarê Derayê yê başûrê Sûriyeyê çeteyêm DAIŞ'ê heta asteke bilind çalak bû û operasyonên hedefgirtin û tasfiyeyê pêk anîn. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di encamê de, ji destpêka îsal ve heta niha 17 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

SOHR'ê diyar kir ku ji derbeyên giran ên ku li çeteyên DAIŞ'ê hatine dayîn operasyona Newa ya gundewarê Derayê bû. Tê de 8 çeteyên DAIŞ'ê, ji nav wan mîrek hebû ku rola wî di xurtkirina çalakiya DAIŞ'ê li başûrê Sûriyeyê de hebû, hatin kuştin. Hemwextî wê serçeteyê bi navê Qasim El Subêhî di dawiya Hezîranê de li rojavayê Derayê hat kuştin.

SOHR'ê diyar kir ku piştî destwerdana Rûsyayê di herêmê de di 2018'an de, li başûrê Sûriyeyê hîn jî komên çekdar ên cihêreng hene, di wan koman de çeteyên girêdayî DAIŞ'ê cih digirin.

(mh)