Li Mexmûrê meşa li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşekî girseyî li dar xistin.

Li Mexmûrê meşa li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
3 kanûn, 2024   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

 Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşekî girseyî lidarxistin.

Meş bi kombûna gel û xwendekaran li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan des tpê kir. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Piştî ku meş gihişt ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê hevşaredarê wargehê Edban Yilmaz axivî.

Edban Yilmaz êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd şermezar kir û ev tişt got: “Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ’ê xwestin Rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Lê hemû xeyalên wan bi berxwedana gelê Kurd hatin têk birin. Niha jî bi heman şêweyî dixwazin dagir bikin. Lê çawa ku beriya salan hemû planên wan hatin têk birin wê îro jî bi berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ û gelê Kurd têk biçin.”

Edban Yilmaz di nava axaftinên xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin ji êrişan qut nîn e. Êdî herkes dizane ku çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmralî ye. Îro li her derê gelê Kurd bi hêza ku ji Rêbertî û gerîlayên azadiyê digirin li ber xwe didin. Wek gelê Mexmûrê jî dilê me li gel gelê me yê Rojava ye û em ê li dijî hemû êrişan heta dawiyê di nava berxwedanê de bin.”

Edban Yilmaz di dawiya axaftina xwe de bang li tevayî gelê Kurd kir ku li hember êrişan rabin û berxwedanê mezintir bikin.