Ji Reqa, Tirbespiyê û Kobanê bangên rawestandina êrişan

Li 3 bajaran êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê hatin şermezarkirin û peyamên piştgiriyê hêzên parastinê hatin dayîn.

Ji Reqa, Tirbespiyê û Kobanê bangên rawestandina êrişan
Ji Reqa, Tirbespiyê û Kobanê bangên rawestandina êrişan
Ji Reqa, Tirbespiyê û Kobanê bangên rawestandina êrişan
3 kanûn, 2024   17:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rewşenbîrên Kantona Reqayê, Meclisa Bajarê Tirbespiyê û Nivîsgeha Rêxistinkirina Koçberên ji Şehba û Efrînê yên li Kantona Minbicê bi daxuyaniyan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Heleb û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

REQA

Daxuyaniya Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Reqayê li Qada Çandê ya li bajarê Reqayê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Desteya Çand û Şûnwaran a Kantona Reqayê Hesen Mistefa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê hatin şermezarkirin û ev peyam hate dayîn "Li dijî dijmin em piştgiriyê didin gelê xwe yê li Şehba û Helebê û hêzên xwe yên leşkerî. Em pênûs û fikir û hunera xwe heya serketin dixin xizmeta projeya berxwedanê."

Di daxuyaniyê de, di serî de dewletên Konseya Ewlekariyê, rêxistinên navneteweyî yên têkildarî, bang li tevahî hêzên aştîxwaz ên li cîhanê hat kirin ku li hemberî êrişên dagirkeriyê erkên xwe bi cih bînin.

Di dawiyê de ev peyam hat dayîn "Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Asur, Suryan, Ermen, Çerkez di bin banê projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de mafê parastina rewa bi kar tînin, em ê heya serketinê li ber xwe bidin."

TIRBESPIYÊ

Meclisa Bajarê Tirbespiyê jî bi heman armancê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê cîgirê hevserokên meclisê Mizgîn Lazgîn ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin şermezarkirin û bal hat kişandin ser hevgirtina pêkhateyan û piştgiriya wan bi QSDˈê re.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişan dixwaze projeya dagirkerî û îlhaqê pêk bînin û herêmê veguherîne navenda terorê.

Di dewama daxuyaniyê de berxwedana dîrokî ya gelê Heleb û Şehbayê hat silavkirin û li dijî êrişan banga hevgirtin, seferberî û kombûna li derdora QSDˈê hat kirin.

MINBIC

 Daxuyaniya Nivîsgeha Rêxistinkirina Koçberên ji Şehba û Efrînê yên li kantona Minbicê jî li pêşiya nivîsgehê hate dayîn.

Rêvebera Nivsîgeha Jinan a Nivîsgeha Rêxistinkirina Koçberên ji Şehba û Efrînê yên li Şehbayê Ayda Cemal daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan hat şermezarkirin. Bang li rêxistin û saziyên navneteweyî hat kirin ku erkên xwe yên parastina sivîlan bi cih bînin, zextê li dewleta Tirk û çeteyên wê bikin bila êriş û planên xwe yên koçberkirina xelkê Şehba û Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestînin û ji herêmên dagirkirî vekişin.

(bb)

ANHA