Li Metînayê 3 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e ragihand ku li qada Şêlazê ya herêma Metîna 3 dagirker hatine cezakirin.

Li Metînayê 3 dagirker hatin cezakirin
21 nîsan, 2024   21:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku li qada Şêlazê ya herêma Metîna, hêzên wan bi çekên ferdî li hemberî dagirkeran çalakî li dar xistine. HPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

HPG’ê anî ziman ku li herêma Şêlazê û Golka ya Metîna tevgera helîkopteran berdewam e.