Li Meşhedê 15 kes ji ber ku tev li Newrozê bûne hatin destgîrkirin

Li parêzgeha Meşhed a Îranê 15 kes ji ber ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bûne, hatin destgîrkirin.

Li Meşhedê 15 kes ji ber ku tev li Newrozê bûne hatin destgîrkirin
24 adar, 2025   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Zextên rejîma Îranê yên li ser Kurdan û kesên tev li pîrozbahiyên Newrozê bûne, dewam dikin. 

Li parêzgeha Meşhed a Îranê, di 20’ê Adarê de di dema pîrozbahiya Newrozê de, 15 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatin destgîrkirin.

Waliyê Meşhedê jî destgîrkirina 15 kesan piştrast kir û ragihand ku ew kes bi hinceta “têkdana ewlekarî û bêrêziya li hember pîvanên olî” hatine destgîrkirin.

Li Mezargeha Fîrdews a li herêma Tus a ser bi Meşhedê ve, welatiyan di pîrozbahiya Newrozê de dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kiribûn.