Li Mêrdîn û Midyadê sersaxî ji malbatên Cîhan û Nazim re hat xwestin

Serdana sersaxiyê li malbatên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku di êrişa SIHA’yê ya dewleta Tirk a dagirker de hatin şehîd bûn, hat kirin.

Li Mêrdîn û Midyadê sersaxî ji malbatên Cîhan û Nazim re hat xwestin
20 kanûn, 2024   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgin, dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên qirkirin û dagirkeriyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajaroka Sirînê de, di encama êrişa SIHA’yê ya dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin. Hevpîşeyên Daştan û Bîlgîn serdana serxweşiyê li malbata Nazim Daştan a ku ji bo tedawiyê li navçeya Mêrdînê Artukluyê bûn û li malbata Cîhan Bilginê ya ku li Midyadê dijî, kirin.

Piştre rêveberên MEBYA-DER, DEM Partî, DBP û TJA’yê serdana her du malbatan kirin. Ber êvarî jî girseya ku li ser sînorê Qamişlo çalakiya nobedê pêk tînin jî serdana malbatan kirin. Di serxweşiyê de ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. 

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin û Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Ozgur Bartin beşdarî serxweşiyan bû.

‘WÊ LI MÊRDÎN Û GIYADINÊ SERXWEŞÎ BÊ DANÎN’

Ji bo Cîhan Bîlgîn li Mala Serxweşiyê ya Haci Îsa ya li taxa Cumhiriyetê ya li navçeya Midyadê sersaxî hat danîn. Malbata Nazim Daştan jî ku niha li Mêrdînê ye, piştî serdanên li Mêrdînê sibe wê li mala serxweşiyê ya li Taxa Firatê ya li navçeya Agiriyê Giyadînê wê serxweşiyan qebûl bike.