Rêveberiya Xweser geşedanên dawî ji xelkê Çilaxa re şîrove kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê geşedanên dawî li Sûriyeyê û li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xelkê bajarê Çilaxa re şîrove kirin.

Rêveberiya Xweser geşedanên dawî ji xelkê Çilaxa re şîrove kirin
Rêveberiya Xweser geşedanên dawî ji xelkê Çilaxa re şîrove kirin
Rêveberiya Xweser geşedanên dawî ji xelkê Çilaxa re şîrove kirin
20 kanûn, 2024   21:43
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî şîrovekirina rewşa Sûriyeyê bi giştî û rewşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şêniyên herêmê re civînan li dar dixe.

Girêdayî wê, Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk li bajarê Çilaxa bi şêniyan re civiya. Di civînê de bi dehan şênî, hevserokên komînan, hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Hesen Şero û hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantonê Hikmet Hebîb beşdar bûn.

Hesen Şero di serî de diyar kir ku pêwist e gelên herêmê li hember êrişên dewleta Tirk a dgairker û çeteyên wê parastina herêmên xwe bikin û got Rêveberiya Xweser hewldanên xwe di hemû aliyan de didomîne ku êrişan bi dawî bike.

Şero destnîşan kir ku hemwextî êrişên şerekî taybet tê meşandin, armanc jî ew e ku vîna gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were têkbirin û got: "Hevgirtina pêkhateyên herêmê careke din şerê taybet têk bir. Ev jî nîşan dide ku rêya ku gelên herêmê hilbijartiye rêya rast e."

Hikmet Hebîb jî bal kişand ser destwerdanên derve yên di kar û barên Sûriyeyê de û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji destpêka krîza Sûriyeyê ve berjewendiyên xwe pêk bîne. Ev yek bi dagirkirina xaka Sûriyeyê û koçberkirina xelkê wan herêman re aşkera bû."

Hebîb da zanîn ku piştî ketina rejîma Beşar Esed rewşa Sûriyeyê ne diyar e û got: "Li Sûriyeyê tevlihevî û tundiyê zêdetir bûye. Ev jî di encama destwerdana derve de ye. Em bang li gel dikin ku bi bûyerên li deverên din bandor nebin û bi yekrêziyekê li pişta Rêveberiya Xweser û hêzên xwe yên leşkerî bin."

Hebîb diyar kir ku Rêveberiya Xweser di hemû mijaran de diyalogên xwe didomîne û girîngiyê dide diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî ku bigihîne Sûriyeyeke pirrengî, nenavendî û demokratîk.

Wê li tevahî bajar û bajarokên kantona Cizîrê heman civîn bên lidarxistin.

(mh/fr)

ANHA