Li Lubnanê nêzî 200 penaberên Sûriyeyê hatin qetilkirin

Ji ber êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê nêzî 200 penaberên Sûriyeyê hatin qetilkirin.

Li Lubnanê nêzî 200 penaberên Sûriyeyê hatin qetilkirin
17 cotmeh, 2024   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku ji ber êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê, di kêmtirî mehekê de nêzî 200 penaberên Sûriyeyê li Lubnanê hatine qetilkirin.

SOHR'ê diyar kir ku ji 21'ê Îlona borî ve 198 welatiyên Sûriyeyî di nav de 34 jin û 52 zarok, hatine qetilkirin.

Di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de, bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin. Her wiha bi hezaran welatiyên Lubnanê û Sûriyeyê ji Lubnanê koçber bûn.

(mh)